Gotar

Salvegera 1 emîn li ser koçbarkirina hunermendê kurd Pêşmerge ” Seyîd Gebarî”

Romav-Gotar 

Hêvî Delî – Qamişlo

Weku tê zanîn ku hunermend ” Seyîd Gebarî ” di 4 ê gulana “2020” an, li nexweşxaneya Serdem li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya xwedê, û li goristana Mela Omer li Hewlêrê hat bi xak spartin.

Yek ji stranên herî navdar yê hunermend ” Seyîd Gebarî ” Ey bilbilê dilşad “.

_ Ey bilbilê dilşad hela wer bike fîxan.

_ Derdê me girane ey bira birîna me kûre.

_ Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can.

_ Dengê te ye xweştir ji ney û ney û bilûre.

Û herwiha derbarî kar û xebat û Jiyana hunermend kurd Pêşmerge ” Seyîd Gebarî “….

Hunermendê kurd ” Seyîd Gebarî”Ku ji dayîkbûna sala “1956 ” li gundê “Xirab Kejê ” yê bi ser bajarê Amûdê yê kurdistana Sûriyê , û li Gundê Girzîn dest bi karê Hunerî kir , û herwiha Seîd Gebarî yek ji hunermendê naskirî bû di nav kurdan de û bi nivîsandina û gotina stranan bi deng û awazên xwe gelek stranên wî navdar bûn û hunermend Gebarî bû xwedan dîrokeke dewlemend di dibistana hunera kurdî de.

Û yek ji stranên wî ev bû :

_Evîn êş e, evîn jan e

_Evîn azar û kovan e

_Evîn wek penceşêran e

_Xwe berda nav dil û can e.

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermendê navdar “Seîd Gebarî”, di zaroktiya xwe de bi temenê ” Heşt” salî bi dayîka xwe re bi dest Karê stranan kir. .

Û herwiha bi temenê “Deh” salî de, di sala” 1969″ li Qamişlo yekem Strana xwe tomar kir.

hunermend” Gebarî ” bi gotina stranên şoreşgerî û netewî ,û bi stranên evînî û gelêrî jî navê wî li deverê û li cîhanê hatiya tomar kirin.

Hunermendê kurd di dibistana hunera kurdî xizmet di werê netewayî û ziman û stranan de jiyana xwe derbas dikir.

Û herwiha hunermend “Seîd Gabarî”, hunermendekî nêzîkî gelek helbestvan û stranbêjan bû weku Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, gelek helbestên wan kirina stran yek ji wan strana gelekî naskirî bi dengê xwe yên zelal strand “Bilbilê Dilşad ” ku Seydayê Tîrêj nivîsand bû.

Û gelek berhemên wî hatine tomarkirin û ji vê yekê hunermend ” Seyîd Gebarî ” bo xwedan dîrokeke dewlemend di hunera kurdî de û di nivîsandin û gotina stranan bi deng û awazên xwe, yê ku her dem di dilê me de zindî bimîne.

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermend “Gabarî”, bi niştîmanperwerî û stranên xwe yên neteweyî gelek caran ji aliyê dewleta Sûriyê ve gelek caran di hat bin çavkirin, û ev yek bo sedema ku berê xwe bide Başûrê Kurdistanê,

lê ev yek nabû kelem li pêşiya Hunermend” Seîd Gabarî “, ku rê li ber karê û xebata wî yê hunerî bi gire.

Û herwiha Hunermendê navdar “Seîd Gabarî ” di civaka kurdî de bi hestên stranên xwe yê netewayî û welatparêzî êş û derdê miletê kurd ji cîhanê re diyar dikir.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button