Gotar
Trending

Omer Seyf El-Dîn Meylanî 1922 – 1969an

Romav Kurdî

Mahir Hesen

Di dîroka me kurdan de gelek kes hene ku navên wan di bîr û ramanê her kurdekî birûmet de dijîn û îro em ê behsa kesayetekî kurd bikin ku evîndar ê kurdayetiya xwe bû û canê xwe feda kiriye ji bo xatirê wê. Xwînek hêja ku di damarên wî de dimeşiya, ew kesayet jî xwedê jê razî Omer Seyf El-Dîn e

Omer Seyfeddîn Meylanî li bajarê Meylan ê bi ser herêma Sêrtê ve li bakurê Kurdistanê ji malbateke dewlemend û xwedî mal û milk û ji nifşê şêxan hatiye dinê, bapîrê wî Şêx Mihemed Meylanî li seranserê herêmên kurdî bi dilnimziya xwe dihat naskirin. Çi di nerînên olî, hikmet û durustî û parastina doza gelê xwe û neteweya xwe de.

Bavê wî di gel gelek malbatên din ji “Serxetê” koçî “Binxetê” bû, piştî ku ew rastî gef û girtinê hat, lewma mal û milkê xwe li dû xwe hişt, bi hêviya ku rewşa malbata wî aram bibe, heya ku Komela Miletan çareseriyek bilez ji kêşeyên gelê kurd re peyda bikira ku vegerin ser axa bav û kalên xwe û milkê xwe Lê belê îradeya dewletên zilhêz û dagîrker ew bêhêvî pûç kirin.

Omer destpêkê bi malbata xwe re a ku ji bav, pênc biraya û xwişkek pêk dihat, li gundê Girzirîn a bi ser bajarê Dêrikê jiya, lê bi sedema mirina birayê wî yê biçûk Taher û piştre jî birayê wî Ebdulhemîd ê ku wê demê zava bû, di sala xwe ya yekem de, rewşa bavê wî Seyf El-Dîn, di nav êş û xemgîniyê de zêde bû û him jî xemgîniya bavê wî ji ber mişxetiya ji welat , û herwisa ji destdana hevjîna wî bû.

Bavê wî dayika zarokên xwe, li gundê Girzirîn veşart.Piştî mirina bavê xwe ji gundê Girzirînê derketin û li gundê Tel Xenzîrê yê girêdayî Dêrekê bi cih bûn.Piştî zewaca xwe di sala 1949an de diçe bajarê Dêrikê û heta çû li ser dilvaniya yezdan û pênc keç û du kurên wî hene.

Li vir pêwîst e em behsa çîroka bi êş bikin a ku bi wan re qewimî dema ku ew ji sînorê di navbera “Serxet û Binxetê” de derbas di bûn, li gorî ku xwişka wî “Sitî” destnîşan û teqes kiriye ku piştî mişxetbûna wan, Diya wan “Fatima Garsî” a ji malbata navdar “Garsî” ye, ku ne razî bû li ser biryara koçbar kirina wan , wê dixwest di nav gelê xwe û malbata xwe de bimîne û bi gelefta bavê wan, û soz da wê ku ew ê ji bo demekê li wir bimînin(li binxetê), ew neçar ma ku daxwaza bavê wan qebûl bike. Sitî tekez dike ku tişta ku li ser sînorê di navbera her du xetan de hatiye serê wan ji xeyalan derbas bûye, ji ber ku dayîka wan ducanî bûye û berî ku ew sînor derbas bikin, ji êşên zayînê re neçar mane ku rawestin heya ku zaroka xwe bîne dinyayê.Di wê wextî de Dayîka wan du’a kir û got:

Ya Rebbê şev û roj! tu bersîva du’aya wan didî û min bihîst ku du’aya jina ducanî ya di kêliyên zayînê de tê bersivandin, lewra ez te vedixwînim ku niha milyaketê mirinê bişîne canê min teslîmî te bike û nehêle ez sînoran derbas bikim. Ez keça kesê bi rûmet û qedr im , ez baş dizanim biyanîbûn û encamên wê, çawa wê me rezîl bike, ji ber vê yekê min nevêt ez rezîl bibim û bila di qedr û rumetê de ez canê xwe ji dest bidim)).

Li vir em dixwazin bidin zanîn ku dayikê keçek anî û ji ber ku zarokên wê ciwan bûn, zilamek ji parêzvanên sînor ew girt û ji wan re piştrast kir ku ew ê wê bide destê malbatek dewlemend û arîstokrat ku zarokên wan tune ne. û ku ew ê li wê xwedî derkevin û lê binerin.Omer li dibistanan nexwend, lê li ser destê bavê xwe Şêx Seyf El-Dîn fêrî xwendin û xwendina Quranê bûye û piştre jî bi başî dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye heta ku ji gelek hevalên xwe yên wê demê zîrektir bûye.Omer Sêf El-Dîn hestên niştimanperwerî û hezkirina ji bo ax û niştiman ji bavê xwe Seyf El-dîn Meylanî, malbata xwe û xalên xwe yên Karsî wergirtiye, lewra tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, ku di sala 1957an de li Sûriyê hat damezrandin.

piştre ji aliyê desthilatdarên wê demê ve hat girtin û îşkence kirin, lê ew dilsozê doza gelê xwe û prensîbên yên netewî û niştimanî bû.Di nav helwestên wî yên siyasî yên herî girîng de:Yekem:

Piştî girêdana wî bi partiyê û çalakiya wî ya bi nav û deng li gel hevalên xwe û pîrozkirina nehênî ya Newrozê, ew hatin girtin.

Duyem: Dema ku ew û hevalên xwe dihatin girtin û di dema lêpirsînê de, lêpirsîner ji wan dipirsî: “Divê hûn niha ji me re piştrast bikin ku hûn misilman in an kurd in.” Her yek ji wan bersiv da:

“Ez kurd im û misilman im. Omer yek ji wan kesan bû ku li ser piştrastkirina vê gotinê bi israr bû, lewra ew îşkence kirin û lêdan.

Sêyem: Bandora wê demê li ser wî felaket bû, ji ber ku bi awayekî hovane zerar li girtiyan dikirin û piştre jî ji her yekî re digotin: “Eger we di dema lêdan û îşkenceyê de lava ji me kir û we got:

“Ax, ax, ax, ax, ax, emê we berdin.” Omer Seyf El-Dîn yek ji wan kesan bû ku ev yek red kir. hê bêtir îşkence lê kirin.Lê wî ji wan re got:

“Xudan yek e û mirin yek e û eger hûn min bikujin, ez teslîm nabim û neqîrim, ezê dilsozê doza xwe û gelê xwe bimînim û ez ji we re yek gotinê jî qebûl nakim. Ji ber ku em mafdar in û divê em bi azadî û aştiyê bijîn.”Di girtîgehê de bi nexweşiya pişikê ket û piştî serbestberdana wî hewl da ku xwe derman bike, lê demek dirêj nejiya û di temenekî ciwan de ji ber astimê koça dawî kir.Ji ber van sedeman û yên din, malbata wî û gelek malbatên din li Dêrik û derdora wê diyar dikin ku ew wekî şehîdê prensîb û banga azadiyan were hesibandin, ji ber ku di girtîgehê de rastî îşkence, tundî û lêdanê hatiye, ku bûye sedema astima wî.

Di temenê 47 salî koça dawî kir.Jiyana wî ya malbatî û civakî:

Omer Seyf El-Dîn yên girêdayî wê ve xwedî mal û milk bû û li nav xelkê Dêrikê û gund û navçeyên girêdayî wê ve navdar bû.Li navenda bajêr xwediyê dikaneke bû û di bazirganiya ajal û pez de dixebitî û bi comerdî û comerd bû, ji malbata xwe, û ji cîranên xwe hez dikir û alîkariya hewcedaran dikir.”

Ji ber ku Dêrik di salên şêstî û heftêyî yên sedsala borî de bajarekî biçûk bû û tê de otêl tunebûn, lewma xelkê gundan dihatin cem malbat û nasên xwe. Ew bi şehrezayiya xwe, nerînên xwe yên hêja û pêşbîniyên xwe yên rast dihat nasîn:Dibêjin, dema ku ew çûye li ser dilovaniya xwedê, digotin:

Xwedê Omer bi rehma xwe şa bike, rast e ew di temenê xwe de çû ser dilovaniya xwe, lê ji wan re çavkaniyek zengîn hişt ku zuha nebe, lê qederê dixwest ku bihar zuwa bibe û tişt li dijî wan derkeve. û xuya ye ku ew li bendê bû ku berî çûyîna xwe, wekî ku her gav digot:

“Ez ji mirinê natirsim ji ber ku ew rast e û em hemî dimirin, lê ez hêvî dikim ku ger ez di destpêka ciwaniya xwe de ji vê dinyayê biçim, zarokên min li ser jiyana xwe û karên xwe debar nekin û şert û merc dê ji bo wan xerabtir bibin û bêtar dê li ser wan bên.

Lê mixabin ew li ser hêviyên xwe bû, tevî jiyana dewlemend ku zarokên wî piştî wî çend salan bextreşiyên cîhanê ew jî bi rê ve birin û şert û mercên wan hatin guhertin. Wisa dixuye ku hikmeta Xwedê xwestiye ku ew dewlemendî, xizanî, bextewarî, bextreşî û bextewariya jiyanê û bextreşiya wê bijîn, lê tevî van hemûyan jî ew mane û hîn jî prensîb û nirxên bavê xwe diparêzin. 5 zarokên wî ji heft zarokan ku bextê wan ji xwendinê û destkeftiyên akademî û zanîngehê wergirtibûn, di nav wan de helbestvan û nivîskar jî hebûn.” salên heftêyî yên sedsala bîstan.

Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Azada Şîrîn çapkirî ye.Hinek ji helbestên wî ji alîyê hunermendên kurd ve hatine gotin, ji nav wan Mihemed Şêxo û helbesta Azada Şîrîn û keça wî ya mezin Berîxan “Perî” ku Xwişk û birayên xwe piştî mirina diya xwe, baş mezin kirin û xwedî kirin heya ku hîn bibin û ji bo wan qurbanî dane û bi dilovanî û jîrmendiya xwe dihat nasîn, û profesora Nivîskar Narîne Omer ku di nav Tevgera Kultûrî û Wêjeyî ya Kurdî deh pirtûkên wêjeyî û çandî yên çapkirî û zêdetir ji bîst pirtûkên neçapkirî hene û gelek xelatên Kurdî û Erebî werdigirine çi ji bo rêzgirtina rola wê ya pêşeng di tevgera edebî û çandî ya Kurd û Ereb de.

Omer Sêf El-Dîn ji vê dinyayê bar kir, lê zarokên wî rêwîtiya xwe û bîranîna xwe di nav gel xwe de bi pejirandina raman û awayê hezkirin û xizmetkirina gelê xwe û dilsoziya ji bo doza gelê xwe domandin.

Kurdên dindest û yê ku ji destpêka mêjûyê ve ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar ma ne û hîleyên cîhanê li dijî wî şer kirin, axa wan parçe kirin, mal û milkên wan talan kirin, serhildêr û daxwazkarekî mafên xwe kuştin mîna Omer Seyf El-Dîn.

Ez spasiya her kesê ku di amadekirina vê gotarê de li ser kesekî ku navê wî di bîra hemû gelê Dêrikê de hatiye nivîsandin, dikim.

Li ser nivîskarê Gotarê:

Behcet EhmedNivîskar û dîrokzan, li bajarê Dêrikê ji dayik bûyeBawernameya masterê di beşê Wêjeyîde de wergirtiye.

Di sala 2010an de li Sûriyê di pêşbirka mamosteyan de bû yekemîn.

Hejmarek mezin gotarên wî hene ku di rojname û malperan de hatine weşandin, pirtûkek çapkirî li ser dîroka Dêrik û pirtûkek din a bi navê Kesayetiyên Kurdan ku bi nivîskar Narîn Omer Seyf El-Dîn re di sala 2021-an de çap kiriye.

Li Elmanyayê dijî

Wergera ji Zimanê Erebî bo Kurdî : Mahir Hesen

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button