Hevpeyvîn

Hevpeyvînek ligel Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv

Romav Kurdî

Ebdûlazîz Qasim

Kovara Pênûsa Azad hijmar-4 – sal 2019

“”Eedebiyata kurdî wek dîroka gelê kurd gelekî kevin û zengîn e, cara yekem ev Edebiyat li ser hîmê zargotinê hatiye gotin, û zargotina me jî gelekî kevin û dewlemend e û pir şaxeşax e””

Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd yê herî navdar, dewlemend û berhemdar e, herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî mezin e di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de, serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta berê ye, cêgirê şerefî yê serokkomara Qazaxistanê Nûrsûltan Nazaryêv e, doktorê fîlologîyê, profêsorê Akademîya Navnetewî ya Zanyarî û Akademîya Zanyarîyên Xwezayî ye, bûye serwêrê kafedra Fîlologîya Rohilatê û prorektorê Zanîngehê, heta niha 500 xebatên zanyarî û 30 pertûkên edebí dane çapkirin, herwiha serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang” e, û berhemekî  zanyarî-edebî bi kurdî, bi du cildeyan, bi sernavê ”Kurd: Dîrok û dema nû” heye, ji bo bêtir pêzanîna li ser jîyan û xebata Prof. Kinyaz Îbrahîm me di kovara Pênûsa Azad de bi giringî dît ku hevdîtinê ligel Prof. Kinyaz bikin:

 

* ji kerema xwe, Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyêv kî ye?

– Ez Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyêv im, li 1’ê gulana 1947 li Ermenîstanê hatime dinyayê, min fîlologîya li zankoya Ermenîstanê xwend û paşî têza xwe ya tixtoriyê li ser têkliya edebiyata kurdî pêşkêş kir, demeke dirêj min di zankoya de serweriya ziman û edebiyata cîhanê kiriye himlî “bi piranî” li ser rojhilatê, û demeke dirêj li Ermenistanê nûnertiya kursiyê zimanê Azeriyan kiriye, min tixtoriya zanko li Baku, Moskow, Petersburg kiriye, heta 600-700 nivîsên min li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene û nivîs û pertûkên min bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirk….hatine çapkirin, niha li bajarê Almaty li Qazaxistanê dijîm û niha li Zanîngeha Almatyê, serweriya  zimanê cîhanê û rojhilatzaniyê dikim.

 

*Prof. Kinyaz, wek doktorê fîlologîyê, û serwerê beşa kafedra fîlologîya Rohilatê di Zanîngehê de, çawa rewşa zimanê kurdî beranber zimanê miletê rojhilat yên din yên mîna Kurdan bê dewlet dibîne?

– Eedebiyata kurdî herwisa jî zimanê kurdî wek dîroka gelê kurd gelekî Kevin û zengîn e, cara yekem edebiyata kurdî li serdemê Melayê Cizirî û Eliyê Herîrî li ser hîmê zargotinê hatiye nivîsandin, û zargotina me jî gelekî Kevin û dewlemend e û pir şaxeşax e, û edebiyata me bi çend zaravan hatiye nivîsandin, bi kurmancî, soranî, zazakî û hin zaravên din,

 

*Ziman û edebiyata kurdî bi du alfebeya tê nivîsandin, her wek dizanin ku alfebeya li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn, ew jî alfebeyeke kurdî ya resen e û hin zimanzan vedigirin serdema mad û mîtaniyan, gelo we lêkolîn hene li ser vê alfebayê û heger hebin, gelo dikarin xuya bikin çi qasî ji aliyê fîlologîya ev alfebet cîhgir e?

 

– Bi awayekî dixwazim bêjim ku edebiyata kurdî bi serfirazî pêşdikeve, hemû mijarên hene di edebiyata miletên dinyayê de, di edebiyata kurdî de jî hene, temamî edebiyata me pêdivî bi lêkolîneke gelekî giran heye, ji ber ku edebiyata kurdî bi çend zaravan derdikeve, bi çend alfebeya tê nivîsandin, bi texmîna min dema kurdî bi yek zimanê edebî yan bi alfebeyeke tomerî binivîsin, wê baştir be, ku kurdên bakur, rojhilat, başûr û rojava dikarin bedewtiya ziman û wêjeya xwe bidin xuyakirin.

* Lêkolîn derbarê edebiyat û zimanê kurdî gelekî kêm in, ji bo siberoja zimanê kurdî û bi taybetî (kurmancî), Prof. Kinyaz çi pêşniyar û rênimayî hene?

– bi piranî min di xebata xwe ya 40-50 salî de, min lêkolîn li ser têkiliya edebiyata kurdî ligel ya rojhilata navîn, Ewropayê, Rûsyayê û miletên Sovyêta berê kiriye, min çend pertûk û nivîsîn li ser têkiliya di navbera edebiyata kurd û Azeriyan, Rûs, Gurc û Ermeniyan de çap û belav kirine û herwiha li ser bandora edebiyata kurdî li ser edebiyata miletên din mîna Ereb, Tirk û Farisê..

Îro dikarim bêjin ku çand, huner, edebiyat û zanista me qet ji edebiyata miletên din yên rojhilatê kêmtir nîne, belkî zêdetir be, ku akademîk û kurdnasê navûdeng Yousef Abgravovitch Orbili (1887-1961) û gelek rojhilatzan û akademîsyonên din, bi bilindî Mem û Zîna Ehmedê Xanî (1651-1707), û herwiha afirandina Melayê Cizirî (1570-1640), dinerxînin û kêmtir nabînin ji afrandinên helbestvanê Gurcistanê Schota Rustaweli (1172-1216), û helbestvanê Azirbicanê “Nîzamî Gencewî (1141-1209)”.

 

*Kurdên Qafqasiyayê, tevlî koçberiya bi sedên salan karîne resenayetî û kurdînî û zimanê xwe biparêzin, û divê kurdên diyasporayê li Ewropa û Amerîka sûd ji ezmûna kurdên Sovyêta berê werbigirin, gelo çi tiştê hêlaye ku kurdên Qafqasiyayê kurdîniya xwe biparêz in?

– Piştî helweşandina Sovyêt, Kurd li ser çend welatan belav bûn û hezar mixabin heger Yekîtiya Kurdan nebê, Gelê me wê hêdî hêdî zimanê xwe jibîr bike û sed mixabin wê Kurd winda bibin, lewma me ferderasyona kurdên Sovyêta berê li sala borî damezrand, û em wekî Kurdên Qazaxistanê, me Yekîtiyek xwe bi navê “Berbang” heye û ez serokatiya wê dikim, em û zarokên xwe bi zimanê xwe hîn dibin, û min pertûkek li ser fêrbûna zimanê kurdî ji bo zarokên Kurdan nivîsandiye.

 

*Heta çi radeyî edebiyata miletên Sovyeta berê bandor li pêşketina wêjeya kurdî kiriye?

-Bi piranî lêkolînên min hatine li ser edebiyata kurdî her ji serdema Melayê cizirî û Ehmedê xanî û Eliyê Herîrî û heta edebiyata nûjen wek ya kurdên sovyeta berê, ku  Edebiyata kurdî ya nûjen li Ermenistanê gelekî pêşketibû, wek hûn dizanin ku radioya Yerîvanê hebû û rojnama Riyataza û Akademîya kurdî hebû, û herwiha li Ezerbaycanê jî edebiyata Kurdan pêşde diçû, bi awayekî dixwazim bêjim ku edebiyata kurdî bi serfirazî pêşdikeve, hemû mijarên di edebiyata miletên dinyayê de hene di edebiyata kurdî de jî hene, bi taybetî ku edebiyata bi ya Azerî û Ermeniyan ve girêdayî ye, min pertûkek li ser têkiliya di navbera edebiyat kurdî û Azeryan de nivîsandî ye, ku kurd û Azerî bi sedên salan bi hevre  cînarin, çanda wan nêzîkî hev bûye,herwisa xebera wan ya bedewetiyê “rewanbêjî” wek hev pêşveçû ye, ku Nîzamî Gencewî (1141-1209) di sedsala 11’an de navê Kurdan anîye ziman û gotiye ku dayîka wî “Reysa” kurd bû, û navê Sultan Selahdînê Eyûbî di nivîsînên wan de heye, û demeke dirêj ku dewleta Şedadiyan (Gencê) bandor li ser Azeriyan kiriye ku hikûmdarên wan kurd bûn, mînak gelek hene ku helbestvan û nivîskarên Azeriyan xwe nêzîkî Gelê Kurd kirine, ku bi rêya wergerandinê gelek afrandinên Kurdan derbasî nava edebiyata Azerî û Ermeniyan bûne, herwisa jî Kurd û Ermenî bi hezarên salan cînartiya hev kiriye, û ronakbîrên Ermen derheqa dab û nerêt û mêrxasiya Kurdan baş nivîsandin hene, heta di zargotina Ermeniyan de bi mêrxasî behsa Kurdan hatiye kirin, herwisa di nav Gurc, Rûs û Ukraniyan de jî.

 

* Çawa têkildarî û bandora wêjeya miletên din li ser wêjeya kurdî dibîne?

– Em nikarin bêjin bandora edebiyata milet û dewletên din yên cînar li ser edebiyata kurdî nîne, wisa jî bandora edebiyata kurdî li ser ya wan heye,bi hezaran mînak di destê min de hene ku di zargotinên miletên mayîn de mîna Azeriyan û Ermeniyan û Rûsan de jî, zargotin û nimûneyên Kurdan berçav dibin, Helbet tiştekî eşkere ye ku ti çand û ti ziman ti wêje bêyî têkilî û pêwendî nikare serbikeve, ziman jî heta peyv derbas nebin nikare pêşkeve..

Îro zanist, tekinlojiya gelek pêşdikeve, peyvên nû “terms” derbas dibin, bi derbasbûna wan ziman jî pêşdikeve..

 

* Di wêjeya kurdî de rexnegerî yan jî rexne gelekî kêm e, çawa vê yekê dibîne?

– Edebiyata kurdî wek me got ku gelekî pêşketiye lê wê baştir be ku rexne wêjeyî cihekî xwe hebe, gelek helbestvan û nivîskar berhemên bedew dinivîsin, lê ji bo xwe dinvîsin ji ber rexne kêm e, rexne di wêjeyê de neynik e “xwedîk”, neyneka ku nivîskar xwe dibîne û nas dike, ew nivîsa rexne lê nebe dikarim bêjim ew nikare cihê xwe bigire, çimkî ew tişta tê nivîsandin divê bersiva bedewetiyê bide,  û ne bitenê rexne herwisa jî di nivîsîn û edebiyatê de tişteke heye dibêjin pûytîk “poitec” ku divê nivîs hang û banga xwe û style û şêwaz xwe hebe û divê bizanin ku nivîs di cih de ye yan jî na? û gereke rexnekirin jî cihê xwe hebe, ez bawer im ku nifş û nesla ma ya bê wê vê kêmasiyê tije bikin.

 

*Peyva Prof. Kinyaz ya dawiyê?

– Ez herdem di xizmeta miletê xwe de me û spasiya we dikim û her pirseke hebe ez amade me.

Spas û rêz û hurmet.

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button