Gotar

Hevdîtineke dostane li Dortmund di navbera her du Yekîtiyan de

Romav Kurdî

Ebdûlazîz Qasim
Îro roja çarşemê 18’ê tebaxa 2021’an, li bajarê Dortmund yê Elmaniya, her du Yekîtî: Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, û Nivîsîngeha Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civiyan, bi amadebûna mamostayan Ibrahîm El- Yûsif, Cemîl Ibrahîm, Xorşîd Şûzî, Hefîz Ebdulrehman, Sedîq Şerxî, Hejar Botanî û Elwan Şivan ji aliyê Yekîtiya Giştî û Sebrî Resûl, Dilbrîn Şingalî û Ebdulazîz Qasim ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran.

Mamosta Xorşîd Şûzî (yê herî bi temen), bixêrhatina amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe anî ziman, û paşî hevkarên her du aliyan bi rêzê peyvîn, û careke din bi germî pîrozbahiya kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kirin.

Di hevdîtinê de, gelek mijarên girîng yên taybet bi çand û nivîsînê, pirsgirêkên çanda Kurdî, karê ji bo sivikkirina bargiranî û astengiyên dikevin li pêşiya nivîskarên Kurd hem li welêt û hem li diyasporayê û xweragiriya li hember zehmetiyên mezin hatin gotûbêj kirin, ku nivîskarên Kurd gelekî xem ji dest dijberiyên xwe xwarine, bi sedema stemkariya rêjîmên desthilat û dagîrker yên dijî çanda kurdî, hevdem ku Hevdîtin bi rehetî û xweşî derbas bû.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button