Nûçe

Hevdîtinek bi Partiya Demokrat Kurdistana Îranê re

Di çarçoveya hewlên Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji bo têkiliyên berdewam ligel aliyên siyasî, çandî û civakî yên Kurdî, bi armanca zêdekirina çavdêriyê û parastina nasnameya rewşenbîrî ya gelê me û aktîvkirina rola Revenda Kurd li diyasporayê, li roja şemê 31’ê Tîrmeha 2021’an, li Navenda Komeleya Ronahî li Bochum – Almanya, şandek ji Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropayê bi şandek ji Partiya Demokrat Kurdistana Îranê re civiya.

Ku hevdîtin li ser daxwaza Yekîtiya Nivîskaran ve hat lidarxistin, tê de mamosta Sebrî Resûl, berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiyê û Ebdulezîz Qasim, bixêrhatina şanda Partiya Demokrat Kurdistana Îranê kirin, û kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Partiya Komara Kurdistanê (Mehabad) re, Partiya şehîdan û rêberên mezin Pêşwa Qazî, Qasimlo û şerefkendî anîn ziman, û piştre Sebrî Resûl kurteyek li Yekîtiya Nivîskaran û çalakiyên wê yên herî girîng pêşkêş kir, herwesa spasiya çapemeniya PDKÎ kir.

Ji aliyê xwe ve, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê, Husam Ehmedî, berpirsê PDKÎ li Almanya, û birêz koçer kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya ku hemû Kurd li daxwazên xwe yên neteweyî xwedî derkevin, û pêdagiriyê li ser nasnameya xwe ya neteweyî û çandî bikin, û destkeftiyên neteweyî biparêzin, nemaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û hêviyên xwe ji bo serkeftina diyaloga Kurdî-Kurdî anîn ziman.
Herweha birêz Husam Ehmedî bal kişand li ser çend mijarên çandî yên girêdayî nivîskar û edebiyata kurdî û cext li ser zêdekirina çalakiyên çandî û edebî kir, û amaje bi wesiyeta şehîd Pêşwa Qazî Mihemed SerokKomarê Kurdistanê kir, li ser girîngiya belavkirina zanist û zanîn û piştgiriya perwerdeyê di nava civaka kurdî de.
Ebdulezîz Qasim, bal kişand ser girîngiya rola Revenda Kurd, û parvekirina serbor û ezmûnan di navbera komele û rêxistinên çandî yên Kurd de, yên ku dikarin bibin pird û piştevanên bihêz ji bo siyasetê û bihêzkirina stûnên civakî, ji aliyê xwe ve mamosta Koçer ji bo têkişandina planên dagîrkerên Kurdistanê, pêdagirî li ser pêdiviya yekrêziya kurdî kir.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya têkiliyan di navbera aliyên Kurdî de kirin ji bo bibin alîkar ji bo danûstandin û parvekirina ezmûnan, û bikevin di qazinc û piştgiriya çand û doza Kurdî de.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button