Gotar

Efxanistan û leyîza qumarê

Ebdûlazîz Qasim

Tê zanîn ku pirsa vekişandina hêzên leşkerî yên Amerîka ji Efxanistanê her ji serdema Serokê berê yê Amerîkayê, “Donald Trump”, heta gulana 2021’an hatibû diyarkirin, lê piştî hatina serokê nû yê Amerîkayê “Joe Biden” demê vekişandinê bi çend heyvan bi paş ve xist, û gotibû ku heta roja 11 îlonê/ september 2021’an ku wê hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişîne.
Lê berî çend rojan, Serokê Amerîka “Joe Biden”, ragihand ku wê piroseya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê li roja 31’ê tebaxê bi dawî bibe, û got ku Waşington “armancên xwe bi dest ve anîn” û di dijberiya terorê de bi serkeft, lê ji aliyê Rûsyayê ve, ev yek bi şikestin hate ragihandin, ku li gorî daxuyaniyên rayedarên Rûsiya û daxuyaniya Zerîfê wezîrê derve yê rejîma Îranê ku vekişandina hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê bi “şikestin” anîn ziman, hevdem li gorî gelek şirovekerên siyasî ku dibe ev vekişandin bibe sedemek ji bo peydabûna aloziyeke mezin di herêmê de, bi taybetî piştî 20 salan ku Talîban careke din xwe ji bo kontrolkirina Efxanistanê amade dike.
Îro, piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistanê, gelek dewlet kar ne ji bo peydakirina ewlehî û aştiyê li Efxanistanê, berevajî ku bêhtir kar ji bo zêdekirina deshilatdariya xwe li ser qada deverê dikin, bi taybetî Tirkiya û Îran.
Ku rêjîma Îranê ji aliyê xwe ve, ev yek wekî fersendek dît, ji bo berfrehkirina bandora xwe, ku yekser rabû bi mêvandariya nûnerên hikûmeta Kabul û tevgera Talîban li Tehranê, di hewlekê de ji bo xwe bi Talîban û herwiha bi hikûmeta Kabul jî xwe bide qebûlkirin, tevî ku hemû pêşhatên li ser erdê diyar dikin ku Talîban wê careke din û di demeke nêzîk de piraniya qada Efxanistanê kontrol bike û dibe rewş ber bi şerekî navxweyî yan şerekî bi wekalet biçe.
Piştî rêkkeftina li ser parastina frokxaneya Kabul di navbera Amerîka û Tirkiyê de, û li gorî gotarekî bi navê “Idlibeke nû” ji aliyê Navenda Lêkolînên Ehram li Misrê, tê de bal kişandiye li ser hewldan û amadekariyên Tirkiyê ji bo veguhestina çeteyên çekdar û komên terorîs ji Idlibê ber bi Efxanistanê, tevî ku berdevkê Talîban ragihand ku ew hêzên leşkerî yên Tirkiyê wekî beşek ji NATO qebûl nakin û herwiha hişyarî da Tirkiyê, herwiha Nûnerê Taybet yê Serok Putin li Efxanistanê Kabulov got ku nabe pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê bibe destpêk ji bo bicihkirina hêzên NATO yan hêzên Amerîkî di welatên Asiya Navîn de, lê heta niha ji aliyê dewleta Çînê ti helwest yan daxuyanî nehatine ragihandin, ku dibe nerazîbûna xwe nîşan bide li hember veguhestina komên terorîs di nav de komên terorîst yên wekî “Îgor” ji Idibê ber bi sînorên wê, ku dibe ev yek bibe sedema zêdebûna çalakiya rêxistinên terorîst yên wekî “Talîban”, “El-Qa- îde” û “DAÎŞ” li Efxanistanê ku dikeve li ser sînorê Çînê û çend komarên Soveyta berê.
Ji aliyekî din ve, ku pirsa vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, tirsek mezin xistiye di nav alîgirên Amerîka de çi li Îraqê û çi li Sûriyê, bi taybetî di nav miletê Kurd de, ku dibe Amerîka bi heman awayî hêzên xwe ji Îraqê û Sûriyê vekişîne, ku helbet wê bandora vê yekê li ser rewşa Sûriyê hebe û nabe Kurd bi xemsarî serederiyê ligel vê pirsê bikin û pêdiviya bi zûtirîn dem diyaloga kurdî-kurdî bigehîje armancên xwe ji bo yekrêziya navmala kurd.
Her çend ku hindek şirovekarên siyasî dibînin ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê dav û xapandineke ji bo nakokiyan bêxe di navbera Rûsiya, Çîn, Tirkiya û Îranê de, bi taybetî ji bo Çînê têxe di nav yariya qumarê de, lewra her wekî dibînin ku Çîn bi hişdariyeke mezin ve mêzeyê vekişîna hêzên Amerîkî dike.

Related Articles

Back to top button