Helbest u pexşan

Çavên te

Helbest – Romav

Ehmed Mustafa 

Duzdah gerstêr in
Û
Yê sêzdehmîn tu yî


Guliyên te deryek ji xeman e
Çavên te
Xweştirîn helbeste
Û depek huneriye
Bi destê şêwekarekî hatiye afrandin
Çavên te ziman û kişwerê minin
Lolo û yaqot û mircanin
Gurpîniya Dil e
Bajarê xewna mine
Çavên te
Çîrokên mendalane
Dastana sedsala bîst û yekan e
Nexşa xewnên min e
Biskên te gulgulî giyanê min şikandin
Çavên te
Ji bilintirîn awiran
Ez dûrkirim
Ez benî evîna te
Ji hundir ve
Ez perçe kirim
Yara min
Tu wek heyva li ezmanê min î
Rûyê te neynika gewdê min e
Tu xweştirîn bêhnî di dîroka gulan de
Di serdema nenas de
Di dîroka naskirî de
Çavên te
Kevintir welat e
Evîna te
Ramanên min winda kirin
Cîwarê sîngê min çirandin
Dilê min çîk da
Kûrkir evîna min
Tu ji hezar salan de ketiyî hest û hunavên min
Tu qubleha nimêja min î
Dîmê te heyvek ronahiye
Di her cejin û
Sersala temenê min î winda de

 

Werger ji Erebî : Sêwiyê Welêt
2-5-2021

Kovara Avşîn

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button